Li gundewarên Efrînê ji ber barana zêde lehî rabû
PeyamaKurd – Li gundewarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû.
Li gorî dîmenên ku ji Efrînê hatine belavkirin, ji ber barîna barana zêde hin çem û rûbarên herêmê bi ser ve çûne û lehî rabûye.
Li gorî zanyariyên xwecihî, ti qurbanîyên canî çênebûne û ziyanên mezin jî di encama lehiyê de çênebûne, lê li hin deveran ziyan gihiştiye berhemên çandiniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin