Li Herêma Kurdistanê 26 kes bi koronayê ketin
PeyamaKurd-Ji Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 26 kes bi koronayê ketine lê ji ber koronayê tu mirinek çênebûye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê: di 24 saetên borî de 26 kes bi koronayê ketine, 35 kes jî ji nexweşînê baş bûne. Hat ragihandin ku pêketin û mirina ji ber Covîd-19ê, li Herêma Kurdistanê gelek kêm bûye.
Li gorî amarên giştî; ji destpêka koronayê û heta niha, 436899 kes bi êşê ketine, 7446 kesan canê xwe ji dest dane û 428999 kes jî bi êşê ketine lê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin