Li Hewlêrê sehîdên 1ê Sibatê hatin bibîranîn
PeyamaKurd – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bîranîna şehîdên 1ê Sibatê merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.
103 kesên ku di êrîşên bi xwîn ên 1ê Sibatê de şehîd bibûn, ku avahiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bûn hedef, bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Di merasîmê de ji bilî Serokwezîr Barzanî gelek berpirs û malbatên şehîdan amade bûn.
Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî destegul li ser bîrdariya şehîdan danî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin