Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hevpeymana rûxandina rejîma Îranê hat ragihandin

17 November 2018 12:45 0 dîtin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hevpeymana rûxandina rejîma Îranê hat ragihandin

PeyamaKurd - 10 rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hevpeymaniyeke ji bo rûxandina rejîma deshilatdar a Komara Îslamî ya Îranê û avakirina desthilateke federal û demokratîk ragihand.

Li demeke ku nerazîbûna gelê Îranê li dijî rejîmê zêde dibe û ambargoyên Amerîkayê li ser rejîma Îranê hatine sepandin, hevpeymaniya 10 rêxistinan bi navê ‘Banga Alîkariya Hevbeş’ hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tevî cudahiyên nêrînan, wan alîkariyeke hevbeş dest pê kiriye û alîkariya wan bingehek e ji bo yekgirtîbûna bêhtir a hêzên dijberî Komara Îslamî ya Îranê.”

Di daxuyaniya hevbeş de tê diyarkirin ku projeyeke 14 xalan hatiye pêşkeşkirin û tê de behsa avakirina desthilateke demokratîk ya parlamentarî li ser bingeha cudahiya ol û desthilatê û parastina mafê pêkhateyên netewî, damezrandina sîstema siyasî û îdarî ua federal dike. 

Di hevpeymaniyê de partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî, Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş yên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê cî digirin. 

Herwiha di hevpeymaniyê de digel 2 rêxistinên çep û komînîst, rêxistinên ji neteweyên Azerî, Ereb û Belûcî jî hene.