Li rojavayê Bexdayê DAISê êrîsî ser binkeyeke leskerî kir: 11 kustî
PeyamaKurd - Li rojavayê Bexda ya paytexta Iraqê, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî ser binkeyeke leşkerî kirin û di encamê de 11 kes kuştin.
Li gor çapemeniya Iraqê belav kir, şeva yekşemê çekdarên DAIŞê êrîşî ser binkeyeke leşkerî ya li deriyê rojavayê Bexdayê kirin û di encamê de, karmendên saziyên ewlehiyê jî nav wan de, 11 kes hatin kuştin.
Tê gotin destpêkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser cîhekî çavdêriyê kirin û 5 çekdarên Heşdî Eşîrî kuştin. Pişt re jî 6 kes li navçeyê bi armanca alîkariya Heşdî Eşîrî dikin bo rêgirî bikin li êrîşê çûne nêzîkî wê xala çavdêriyê û ew jî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. 8 kesên din jî birîndar in û ew rakirine nexwaşxaneyeke Bexdayê.
Herwiha çavkaniyên herêmê dibêjin, êrîşa DAIŞê bi teqandina bombeya destî bo ser wê xala çavdêriyê ve destpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin