Li Rojhilat hejmara mirî û pêketiyên koronayê zêde dibe

31 May 2020 14:39 0 dîtin
Li Rojhilat hejmara mirî û pêketiyên koronayê zêde dibe

PeyamaKurd - Li parêzgeha Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê 3 kesên din ji ber nexweşiya Covid-19 mirin û 172 kes jî pê ketin.

Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Îranê, di nav 24 saetên borî de 3 kesên din li bajarên Pîranşar û Ûrmiyê ji ber koronayê mirin û hejmara miriyan li parêzgeha Ûrmiyê gihîşt 220 kesan.

Hat ragihandin ku di nav 24 saetan de 172 kes li Ûrmiyê bi koronayê ketine û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 5 hezar û 450 kesan ku hezar û 496 kes ji wan baş bûne.

Li aliyê din li bajarê Sinê jî hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe ku ew bajar jî ketiye nav lîsteya bajarên sor ên li Îranê xeteriya koronayê zêde ye.