Li ser biryara Serokwezîr Barzanî, dê nexwesên Talasîmanyê werin dermankirin
PeyamaKurd-Li gorî ragihandina Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 100 nexweşên Talasîmayê, 5 milyon û 500 hezar dolar, hatiye terxankirin da ku ev nexweş, li derveyî Herêma Kurdistanê werin dermankirin.
Li gorî daxuyaniya hat belavkirin, “Di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo terxankirin û xerckirina 5 milyon û 500 hezar dolaran, razemenî daye. Ev razemenî, bi mebesta çandina mêjûya hestî ya ji bo 100 nexweşên Talasîmayê hatiye dayîn da ku ew nexweş li derveyî Herêma Kurdistanê werin dermankirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pereyê terxankirî, li gorî texmîna lêçûnan hatiye dabeşkirin û ji bo her nexweşekî/ê, 55 hezar dolar hatiye veqetandin. Hat zanîn ku ev cara yekemîn e dê nexweşên Talasîmayê, li derveyî Herêma Kurdistanê werin dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin