Li Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de16 kesên din bi vîrusa korona ketine.
Li gorî amarên Wezareta Tendirustiya Sûriyê heta niha li Sûriyê 86 kes bi vîrusa koronayê ketine ku ji wan 4 kesan can daye û 41 kesên din jî baş bûne.
Heta niha hejmara herî zêde ya tûşbûyên koronayê îro hatiye eşkerekirin ku tê gotin, hejmara pêketiyên koronayê dibe ku gelekî zêdetir e, lê ji ber nebûna derfetên pişkinînan û sedemên din ên siyasî kêm tên nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin