Li Til Temirê 6 servanên YPGê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Di êrişa hêzên Tirkiyê de li derdora bajarê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê, 6 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku demek berê li derdora gundewarên Til Temirê êrişên dijawr ên dewleta Tirk berdewam dikin û di encamê de 6 Şervanên YPGê jiyana xwe ji desT dane.
Li gorî zanyariyên ajansa ANHAyê, di van kêliyan de li derdora gundewarên Til Temirê dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê êrişên dijwar pêk tînin, di encamê de 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin