Li Turkistana Rojhilat 30 kes di apartmana karantînayê de mirin

27 November 2022 03:32 0 dîtin
Li Turkistana Rojhilat 30 kes di apartmana karantînayê de mirin

PeyamaKurd – Har ragihandin ku li Turkistana Rojhilat di apartmanekî ku di karantînayê de bû, roja pênşemê şewat derketiye û 30 kes di agir de mirine. Piştî şewatê ji ber rê girtîbûne, alavên îtfaiyê karibûn di 3 sietan de xwe bigihînin ciyê bûyerê. Turkistan, bi fermî di nav sînorê dewleta Çînê de ye.

Li Çînê bi sedema siyasetê an ku dibe bi sedema pandemiyê be, rê, deriyên sîteyan, deriyên apartmanan bi temamî girtîne. Nexweşîna pandemiyê weka sedem xwuya dike. Di apartmanekî li bajarê Urumçiyê di qata 15an de ku apartman di karantînayê de bû, 30 kes mirin. Agir heya qata 21 ê belav bû.

Mirovên wan kesên ku di agir de şewitîn, li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê li ber konsulxaneya Çînê ya li Tarabyayê xwepêşandan kirin û bûyerê protesto kirin. Protesto siet di 14.00an de destpêkir û 1 siet ajot. Paşî herkes belav bû.