Li Ûrmiyê di nexwesiya vîrusa Koronayê de rekor hat sikandin

16 October 2020 13:52 0 dîtin
Li Ûrmiyê di nexwesiya vîrusa Koronayê de rekor hat sikandin

PeyamaKurd – Di nexweşiya vîrusa Koronayê de, li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê de rekoreke nû hat şikandin. 26 welatiyên din ji ber vîrusa Koronayê can dan.

Li gor Komîteya Rûbirûbûna Koronayê ya bajarê Ûrmiyê diyar kir, bi mirina 26 kesên din, hejmara kesên ku heta niha li parêzgehê bi vê vîrusê can dane, gihîşt 1310 kesan.

Ji 26 kesên ku di 24 saeên borî de can dane, 15 kes tenê li navenda bajarê Ûrmiyê bûne.

Heta niha li bajarê Ûrmiyê 376 kes, li Kela Xwê (Xoy) 191 kes, li Mihabadê 145, Bokan 121, Miyanduav 130, Selmas 64, Pîranşar 39, Tîkab 41, Nexede 46, Şahîn Kela 52, Serdeşt 33, Şino 15, Çaypare 11, Şot 10, Çaldiran 13, Mako 17 û Poldeştê 6 kesan bi COVID-19 jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 saetên borî de 1129 kes li nexweşxaneyên taybet bi Koronayê li tevahiya parêzgehê hatine razandin, ku 485 kes ji wan hatiye piştraskirin ku tûşî Koronayê bûne û 644 kes jî guman li ser wan heye ku bi vîrusê ketibin û nîşaneyên nexweşiyên bi wan re hene.

Komîteya Rûbirûbûna Koronayê li Ûrmiyê daye xuyakirin, ku rewşa tendirustiya 277 pêketiyên Koronayê li wê parêzgehê xerab e û di beşên çavdêriya hûr a nexweşxaneyan de ne.