Li Ûrmiyê mirinên ji ber vîrusa Koronayê bi awayekî metirsîdar zêde dibe
PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di nav du rojan de nêzîkî 50 kes bi Koronayê can dan.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, vîrusa Koronayê gelekî zêde belav dibe û hejmara miriyan jî roj bi roj bi awayekî metirsîdar zêde dibe.
Li bajarê Ûrmiyê 21 kes ji ber Koronayê can dan û bi sedan kes jî bi vîrusê ketin.
Pêr jî li Ûrmiyê 26 kes bi Koronayê mirin û gelek kes jî pê ketin. Bi vî rengî di nav du rojan de 47 kes bi Koronayê mirin.
Hejmara kesên ku li Ûmriyê bi Koronayê mirine, gihîştiye hezar û 331 kesan û rewşa 223 nexweşan jî xirab e.
Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê do 265 kes ji ber Koronayê can dan û 4 hezar û 552 kes jî bi Koronayê ketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin