Lijneya Pêsmerge pirsgirêka mayînên PKKê dibe Parlamena Kurdistanê

14 March 2021 17:45 0 dîtin
Lijneya Pêsmerge pirsgirêka mayînên PKKê dibe Parlamena Kurdistanê

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî ragihand ku ew dê pirsgirêka wan mayîn û bombeyên PKKê danîne bibin parlamentoyê û kar li ser bikin.

Endamê fraksiyona PDKê û serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî da xuyakirin ku PKKê dest bi helmeteke berfireh bo danîna mayîn û bombeyan li navçeyên sînorê herêma Kurdistanê kiriye.

Rêvîng Hirûrî ji BasNewsê re gotiye, ew mayînên PKKê li navçeyên sînorî danîne gelek metirsîdarin û metirsiya mezin li ser jiyana hemwelatiyên sînor çêdike.

Serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê bal kişandiye ser ku PKKê nexşeya cihên hatine mayîn kirin li pê re ye û ew daxwaz dikin dest ji mayîn danînê berdin û ewên ku danîne jî rakin.

Rêvîng Hirûrî daye zanîn ku lijneya Pêşmerge pirsgirêka mayînên PKKê dê bibe Parlamentoyê û kar li ser bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva 12ê Adarê bombeyeke ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn di otomobîleke de teqiya û Pêşmergeyekî bi navê Tariq Qadir şehîd bû û Pêşmergeyê bi navê Mizefer Ferhad jî birîndar bûbû.