Malta koçberan qebûl nekir
PeyamaKurd- Tîmên sahilê yên Îtalyayê, li Maltayê, di nav sînorê wan yên rizgarkirinê de 90 koçberan rizgar kir. Malta red kir ku 90 koçberan bigre welatê xwe. Li gor ragihandina tîmên ewlekariya peravên Îtalyayê; li rojhilata Maltayê, di nav sînorê Maltayê de, do bi şev 90 koçber hatine rizgarkirin û xwestin Malta wan qebûl bike lê daxwaza wan hat redkirin.
Bota rizgarkirinê ya peravên Îtalyayê, koçberan hilgirt û berê xwe Maltayê. Ji Maltayê re got ku heya bersiveka di cîh de, ji wan re were, dê di nav sînorê ava Maltayê de bimînin.
Li gor lihevkirina dewletên cîranên Derya Sipî; koçber di nav sînorê ava kîjan dewletî de bên rizgarkirin, divê ew dewlet wan koçberan qebûl bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin