Medya Fermî ya Rûsî: ‘Tirkiye di avakirina El Nûsra de xwedî roleke sereke ye’
PeyamaKurd – Piştî alozbûna rewşa Idlibê û êrîşa ser hêzên Tirkiyê ku 8 endamên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, aliyê Rûya û Tirkiyê hevdu tawanbar dikin.
Ajansen fermî yên Rûsyayê RIA Novostî, TASS û malpera fermî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê nûçe û nivîsên ku Tirkiye piştgiriya El Nûsra ango Heyet Tehrîr Şam ku bixwe wekî komên girêdayî El Qaîdê ne û li Idlibê şerê rejîmê dikin, tohmetbar kirin.
Li gorî nûçeyên medya Rûsî, “Dîlên El Nusra dibêjin ku hevkariya Tirkiye ligel rêxistinê heye.”
Ajansa Federal a Nûçeyî ku nêzîkî Kremlînê ye jî nûçeyeke balkêş weşandiye ku dibêje: “Em rêya terorê ji Tirkiye heta Libyayê eşkere dikin.”
Di nûçeyê de tê gotin: “Çekdarên El-Nusra yên dîl eşkere dikin ku di avakirina El-Nusra de rola sereke ya Tirkiye heye. Kesek bi navê Mehmûd El Necîm dibêje ku ew reviya ye Tirkiye, lê Tirkiyê bi zorê berê wî daye El-Nusra ku malbata wî jî wekî dîl di destê wan de bûye.”
Dîlekî din bi navê Ebdulezîz jî gotiye: “Min di komên cuda de şer kir. Ehrer El Şam, Artêşa Azad a Sûriye, Koma Zengî… Lê, piştî wê ez bûm El-Nûsra.”
Medya Rûsyayê herwiha di raportên xwe de cih daye Rêxistina SADAT a ku wekî çekdarên bi pere yên Enqerê tên nasîn, li hemberî artêşa Sûriyê şer dikin û di nav de çekdarên ji Kafkasyaya Başûr jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin