Mercê ENKSê ji bo lihevkirina digel PYDê heye
PeyamaKurd - Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje baweriya wan bi PYDê nayê ku rêkeftinên nû cîbicî bike lewma jî daxwaza garantiyeke navdewletî dike.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê hêvî dikin êdî aliyên siyasî hemû lihev bikin û rêkeftinek ji navbera PYD û ENKSê de çêbibe, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ji vê rewşa xerab a niha derbas bikin.
Fûad Elîko Nûnerê ENKSê di nava opozisyona Sûriyê de dibêje, nakokiyên sereke di navbera ENKS û PYDê de, girêdayî pirsa Kurdî û pêwendiya ligel rêjîma Sûriyê û vegera Pêşmergeyên Roj e.
Derbarê mercên ENKSê ji bo rêkeftina ligel PYDê, Fûad Elîko ji malpera PDKê re ragihand: “Ji bo ku em û PYDê lihev bikin pêwîst e, destê xwe ji ser ofîsên me rakin û bihêlin em hemû navend û ofîsên xwe vekin. Hemû girtî bên berdan. Astengiyan ji çalakiyên me re dernexin. Rêgiriyê li serkirdeyên me re dernexin. Nêta PYDê ji bo rêkeftinê hebe pêwîst e van xalan cîbicî bike.”
Herwiha Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed jî ragihand: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwazin Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku hemû ciwanên Rojava ne, eger PYD xêrê dixwaze bila bihêle ew vegerin Rojavayê Kurdistanê û welatê xwe biparêzin.”
Fûad Elîko wiha got: “Pêwîst e PYD li xwe vegere û dest ji siyaseta xwe ya şaş berdin, ku li Efrînê ji aliyê siyasî û leşkerî ve hatine şikestin û ji bo ku xwe ji wan şikestinan veşêrin tohmetan dixin milê ENKSê ku qaşo em piştgiriya hêzên Tirkiyê dikin li Efrînê.”
Cîgirê Serokê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih jî derbarê hewlên rêkeftina PYD û ENKSê, ragihand: “PYD rêkeftinên ku li Başûrê Kurdistanê bi çavdêriya Serok Barzanî, cîbicî nekirin, lewma jî ji bo ku PYD rêkeftineke nû ligel ENKSê cîbicî bike, pêwîst e aliyeke sêyem ku Amerîka yan aliyekî navdewletî be, garantiya wê rêkeftinê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin