Mesrûr Barzanî: Kurdistan amade ye projeyên hevbes bi Iraqê re pêk bîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Elektirîkê yê Iraqê Macid Hentoş kir.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa elektrîka li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hevahengiya di navbera her du aliyan de û hewlên ji bo başkirina karîna berhemanîna westgehên elektirîkê hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya hevkarîya bi Wezareta Elektirîkê ya Federalî û tora kehrebeya niştimanî re ji bo encamdana projeyên hevbeş nîşan da.
Mesrûr Barzanî diyar kir, Iraq xwedî samaneke madî û mirovî ya dewlemend e, eger bi başî sûdê jê werbigire, dê bandoreke erênî li ser baştirbûna jiyana welatiyan bi giştî û elektirîkê bi taybetî çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin