Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Sibatê bi peyameke nivîskî 69emîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê pîroz kir.
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî got: “Di şêst û nehemîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyên herî germ li endamên herdu rêxistin û xwendekar û ciwanên Kurdistanê dikim, ku her dem pêşeng bûne di xebata rêxistinî de û roleke diyar di qonaxên cuda yên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û têkoşîna ji bo gihîştina mafên rewa yên gelê me de lîstine.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Herdu rêxistin, di dirêjahiya temenê xwe yê pir serwerî de roleke girîng û dîrokî lîstine û bûne dibistana gihandina çendîn serkirde û kadroyên hişyar, çi di qonaxa xebata li çiyayan û awareyî de û çi di serdema xwe ya azadî û hikumraniyê de.”
Di dawiya peyamê de wiha hat gotin: “Em hêvî dikin endamên her du rêxistinan, xizmetkirina xwe bidomînin û xebata medenî ji bo siberojeke baştir bo xwendekar û ciwanan berdewam bikin.
Ez hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo her du rêxistinan dixwazim û xwazyar im her dem weke pêşeng bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin