Metirsî heye ku hin gundên devera Dawide bêne valakirin!

09 July 2019 10:31 0 dîtin
Metirsî heye ku hin gundên devera Dawide bêne valakirin!

PeyamaKurd - Bi sedema valahiya ewlehiyê di navbera Hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li navçeyên ku piştî 16ê Oktoberê ketine di destê Hêzên Iraqî de, hejmareke gundên Kurdan hatîne valakirin. Endameke Civata Parêzgeha Selahedîn  jî dibêjîe, metirsiya têkçuna rewşa ewlehiyê,  liser çend gundên navçeya Dawidê ya Germyan jî heye .

Li gor zanyariyan, bi egera zêdebûna karên teroristî yên DAIŞê li sinûrê qezaya Xurmatû û derdorê wê piştî bûyerên 16yê Cotmehê, çend gundên Kurdan hatîne vala kirin û metirsîya wê yekê jî heye çend gundên din li devera Dawide bên vala kirin. Ev di demekê de ye ku dosyaya ya ewlehî ya wan deveran di destên hêzên ewlekariya Iraqê de ye.

Bûyerên 16ê cotmehê, duristbûna valahîya Ewlehîyê di navbera Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Iraqê de, derfetekî baş daye DAIŞê daku careka dî dest bi livînê bike û xwe rêkbixe.

Deverên çîyayî yên sinûrê qeza Xurmatû û helkefte ya erdnîgarî ya parêzgeha Selahedînê ku ji 2003yê ve tim grubên teroristî têda hebûne, dibin sedem ku DAIŞ piştî şikestinên xwe li Iraq û Suriyê careka din li wan deveran hewl bide xwe rêkbixe û dest bi livînan bike.