Mûçeyên karmendên Kurdistanê vê hefteyê têne sandin

20 April 2020 15:00 0 dîtin
Mûçeyên karmendên Kurdistanê vê hefteyê têne sandin

PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Darayî ya Parlemenoya Iraqê Ehmed Sefar ragihand, ti astengî û arîşeyek li hember şandina mûçeyê karmendan ji aliyê Bexdayê ve nîne.

Parlementerê Iraqê û endamê komîsyona darayî ya parlementoyê, Ehmed Sefar ji BasNewsê re ragihandiye, “Ti arîşe û astengiyek li pêşiya şandina mûçe nîne. Bi qasî ku haya min jê heye, Bexday dê vê hefteyê ew diravê ku mehane dide Kurdistanê, dê bişîne liqa banka navendî ya Iraqê li Hewlêrê.”

Ehmed Sefar got, “Li gorî rêkeftina ku di navbera hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê de heye, Bexda mehane 453 milyar dînar dide hikûmetê. Em pêşbînî dikin ev dirav dê di hikûmeta Mistefa Kazimî de jî were şandin.”

Sefar anî ziman ku hewl tê dayîn mûçe têkelî mijarên siyasî neyê kirin û got, ji ber wê jî ti metirsiyek li ser mûçe nîne.