Mustafa Kazimî: “Wê agir me hemûyan bisewitîne”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li serxwepêşandanên li Bexdayê ku her diçe mezin dibin bang li terefên siyasî kir ku lihev bikin. Kazimî li ser çalakiyan got ku bila kes şiddetê neke û di çarçoveya mantiq de tevbigere. Kazimî her weha xwest ku bila ti kes bi hêzên ewlehiyê re rû bi rû nemine û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ew amade ye ku berpirsiyariyê bigre ser milên xwe. Kazimî weha got:
“Divê herkes bizanibe ku agirê fitne wê me hemûyan bişewitîne.”
Herkes mijarê di navbera Nûrî El Malikî û Muqteda es Sadr de dibîne lê Sadr daxwaz dike ew kesên ku xwe di rêvebiriya Iraqê de ceribadine, bila nebin namzedê serokwezîrtiyê. Hem heya niha mijara ku DEAŞ li Mûsilê dest danî ser bajêr û temamê sîlihên artêşê ketin destê DEAŞ ê, Sadr, ji bûyerê Nûrî El Malikî berpirs digre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin