Narendra Modi yekem car serdana Ukraynayê kir
PeyamaKurd – Serokê Hindistanê Narendra Modî cara yek serdana Ukraynayê kir ku ev du sal bi Rûsyayê re di nava şer de ye.
Modî li Kîevê ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ve hate pêşwazîkirin.
Serokê Hindistanê beriya hevdîtina ligel Zelenskiy, banga muzakereyên aştiyê bi Rûsyayê re kir û got: “Rêya ku diçe çareseriyê, di diyalog û dîplomasiyê de derbas dibe. Divê demildest em bikevin tevgerê. Divê herdu alî jî bo rêya beralîkirina krîzê bibînin werin ba hev. Hindistan amade ye ji bo her cûre hewlên aştiyê roleke çalak bilîze.”
Hêjayî gotinê ye, Narendra Modi ji sala 1991ê ya ragihandina serxwebûna Ukraynayê ve, wek serokê Hindistanê cara yekem e serdana Ukraynayê dike. Modî, di destpêka êrîşên dagirkirina Ukraynayê de, Rûsya şermezar nekiribû. Herwiha dema serdana Moskowê Modî û Pûtîn hevdu hembêz kiribûn û Zelenskiy jî ev yek şermezar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin