Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ku li Mêrdînê hatin kustin re axifî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi malbatên Duhokî yên ku li bakûrê Kurdistanê li navça Nisêbîn a bi ser bajarê Mêrdînê de ku ji aliyê çeteyan de hatibûn kuştin, hevdîtin kir. Barzanî ji malbatan re got ku heya kujerên her 5 Kurdên Duhokî bên girtin û cezakirin, wê dosyayê bi meqamên pêwendîdar yên Tirkiyê re bişopîne. Ragihandin ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî hem ji bo malbatên wan 5 Kurdên Duhokê bi rêya telefonê sersaxiyê xwest, ji candayiyan re ji Xwedê rehmetê xwest. Malbatên qurbaniyan jî ragihandine ku bi serokê herêma Kurdistanê re di heman ramanê de ne û xwestin ku qatilên her 5 kesan bên desteserkirin û derxin ber darazê.
Di şeva ku 18 ê meha çile ku bi 19 ê mehê ve girêdide, siet li dora 01.00 ê şevê, malabtên Duhokî diçûn Diyarbekirê, lê li ser rêya navça Nisêbînê û Artuklu ya Mêrdînê hinek kes wan didin rawestandin û bi guleyan li wan dixin. Di encamê de 5 kes ji 2 malbatan hatin kuştin.
Di êrîşê de Abdullah Salih Mustafa (69), hevjîna wî Çimen Şahin Halid (75) û keça wan Hindirîn Abdullah Salih (39) li ciyê bûyerê can dan û her dû kesên din yên bi navên Wahide Haydar Casım (63) û kurê wê Ahmed Celaleddin İbrahim (45) ji bo derman birin nexweşxanê Diyarbekirê lê ew her dû jî li Dİyarbekirê can dan.
Li ser bûyerê hukumeta herêma Kurdistanê bangî serkonsolosê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê kiribûn da here wezareta karên hundir û ji bo bigihîne Ankara nota dabûnê û xwestibûn ku mijar bê rohnîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin