Neçîrvan Barzanî bi serok û endamên Yargitayê re li ser hilbijartinê hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokê dadgeha bilind Yargitayê, cîgirên serok û endamên wê re civiya. Di civînê de mijar hilbijartin bû. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê wezîrê dadê yê Herêma Kurdistanê jî tevlî civînê bû.
Di civînê de li ser hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ku doza wê di dadgeha destûrê ya Federal de dewam dike, eger pêvajo dereng bikeve, pirsgirêkên ku derên pêşiya Kurdan, li ser aliyê destûrî û hûqûqî yê mijarê axifîn.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo çêkirina hilbijartinan wê bi temamê meqaman re biaxife, temamê tedbîran bistîne, fikrên kesên ku tevlî civînê bûne wê bidin berçav û bi awayeka ji dil li serê bixebitin.
Wê hilbijartinên parlementoyê di 24ê Sibatê de bihata kirin. Lê Komîsyona Hilbijartinê ya Bexdayê bi sedema biryara dadgeha destûrê ya federal hilbijartinê paşde xistibû. Ji ber dosya hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê li Dadgeha Destûrê ya Bexdayê dewam dike, kirina hilbijartinê paş de xistin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê pêşniyar dike ku hilbijartin di 19-20ê Gulan a 2024an de bêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin