NY: Gefa DAISê ya li ser astî û aramiya navnetewî didome
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku rêxistina terorîst DAIŞ hê jî ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî gef e.
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo rapora dawî ya DAIŞê ya ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin civînek hate lidarxistin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna Dijî Terorê ya NY Vladimir Voronkov di civînê de ragihand, têkoşîna welatên endam di warê fînansekirinê de encamên berbiçav derxistiye holê.
Voronkov da zanîn, bi saya pêşketinên girîng ên welatên endam hêza operasyonê ya rêxistinê kêm bûye û têkoşîna welatên endam di warê fînansekirinê de encamên berbiçav derxistiye holê.
Voronkov destnîşan kir ku rezervên darayî yên DAIŞê ku berê bi sed milyonan dihat diyarkirin, tê texmînkirin ku ji 10 heta 25 milyon dolarî kêm bûye.
Vladimir Voronkov bal kişand ser, tevî pêşketinên girîng ên welatên endam, DAIŞ hê jî ne tenê li navçeyên nakok, lê bi giştî jî aştî û ewlekariya navdewletî re gefê çêdike û niyeta xwe ya êrîşên li derve berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin