Papa bi spasiya gelê Kurd û rêveberên Kurdistanê xatirê xwe xwest
PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana xwe ya Herêma Kurdistanê bidawî anî û derbasî Bexdayê bû ku ji wir jî vedigere Vatîkanê.
Papa Francis îro Yekşemê piştî gihîştina Hewlêrê û pêşwazîkirina bi asta bilind a berpirsên Herêma Kurdistanê serdana Mûsil û Qereqoşê jî kir.
Papa li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî ya li Hewlêrê, bi beşdariya deh hezar kesan merasîmeke olî birêve bir û di dawiya gotara xwe de, spasiya amadekarî û lidarxistina wê qudasetê kir û got: “Ji dil ve spasiya xelkê kurd ê birêz, hikûmet û desthilata sivîl dikim.”
Papa Francis serdana xwe ya dîrokî ya Kurdistanê ku piştî hatina Iraqê di 5ê Adarê de îro 7ê Adarê derbasî Hewlêrê bûbû bidawî anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin