Parêzgerê hilbijartî yê Hewlêrê Firset Sofî spasiya Serok Barzanî kir

13 September 2019 10:14 0 dîtin
Parêzgerê hilbijartî yê Hewlêrê Firset Sofî spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê yê nû helbijartî Firset Sofî, spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku bo bawerî û mitmaneya bi wî bexşî bi berbijarkirina wî bo posta parêzgariya Hewlêrê.

Firset Sofî herweha spasiya parêzgarê Hewlêrê yê berê Newzad Hadî kir û tekez jî kir ku di ayînde de beyî ku ti ferqî û cudahiyê têxe nava wan dê hewil bide xizmeta hemwelatiyên Hewlêrê bike.

Civata parêzgeha Hewlêrê Firset Sofî, wek parêzgarê Hewlêrê helbijart. Di civîneke rojnamevanî de, Serokê Civata Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ragehand: Ji îro û pê ve konivîsa hilbijartinê tê bilindkirin û dûvre jî parêzgerê nû yê Hewlêrê li pêş serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî dixwe û dest bi kar dibe.

Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi piraniya dengan berbijêrê PDKê yê ji bo parêzgariyê Ferset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijartibû.