Parlemana Iraqê sibê li ser îstifaya Ebdulmehdî dicive

30 mijdar 2019 16:15
Parlemana Iraqê sibê li ser îstifaya Ebdulmehdî dicive

PeyamaKurd -  Cîgirê serokê parlemana Iraqê Beşîr Hedad ragihand, parlemana Iraqê dê li ser dest ji kar berdana serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî bicive.

Duh bi şev serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, ewê  dest ji kar berde û îstifanameya xwe jî bide parlementoya Iraqê. Cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad li ser vê mijarê gotiye, parlementoya Iraqê dê sibe roja yekşemê  li ser wê mijarê bicive.

Hedad her wiha gotiye, eger dest ji kar berdana Ebdulmehdî were qebûlkirin wê çaxê hikûmeta niha dibe hikûmetek demkî, heta hilbijartin tên kirin û serokwezîrekî nû tê hilbijartin.

Bi gotina cîgirê serokê parlementoya Iraqê, lazim bû Ebdulmehdî îstifanameya xwe bide serokomarê Iraqê lê wî da zanîn ku dê îstifanameya xwe bide parlementoyê.