Partiya Sosyalîstên Ewropayê, ji Kiliçdaroglu re serkeftin xwest

12 May 2023 15:00 0 dîtin
Partiya Sosyalîstên Ewropayê, ji Kiliçdaroglu re serkeftin xwest

PeyamaKurd- Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES), ji bo namzediya namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, piştgiriya xwe ragihand û beriya hilbijartinên ku dê vê yekşemê bên kirin, serkeftin xwest.

Li ser piştgiriya ku PESê da Kiliçdaroglu, daxuyanî li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya partiyê hat dayîn û wiha hat gotin:

"Em ji namzedê hevpar ê opozîsyona Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu re di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ya ku dê roja yekşemê bê kirin de serkeftinê dixwazin. Civaka ku tê de serweriya hiqûqê, cûdabûna hêz û azadiyan tê piştgirîkirin û ji bo têkoşîna civakeke ku rêz lê tê girtin, em li cem gelê Tirk in.”