Partiya Sosyalîstên Ewropayê, pistgirî da Kiliçdaroglu

08 March 2023 16:00 0 dîtin
Partiya Sosyalîstên Ewropayê, pistgirî da Kiliçdaroglu

PeyamaKurd- Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) ragihand ku ew di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokomariya Tirkiyeyê de piştgiriyê didin namzedê Tifaqa Melet Kemal Kiliçdaroglu. 

Partiya Sosyalîst a Ewropayê ku ji aliyê endamên Partiya Sosyal Demokratên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatiye avakirin, piştgiriya xwe ya ji bo namzedê serokomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ragihand û pê re jî daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera PESê hat parvekirin de wiha hat gotin:

“Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES), bi xurtî piştgiriyê dide Kemal Kiliçdaroglu ku ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) wekî namzedê hevbeş ê opozîsyona Tirkiyeyê di hilbijartinên serokomariyê yên meha gulanê de were lidarxistin.

Hilbijartinên bê yên parlamenî û serokomariyê, derfeteke girîng e ji bo rawestana li ber deshilatdariya otorîter a Tirkiyeyê yabin desthilatdariya Erdogan. Erdogan bi qestî cihêbûna desthilatdaran û pir-rengiya siyasî kir hedef û bi eşkereyî muxalefeta siyasî çewisand. Dem hatiye em eşkere bikin ku demokrasî, azadiyên sivîl û cudakirina desthilatan, ji yek projeya siyasî girîngtir e.

Sosyalîst û demokratên Ewropî, ji ber ku li pişt Kemal Kiliçdaroglu bûne yek, em partiyên muxalefetê teqdîr dikin. Ev pêngava jixwe bawer, hêzên demokrasiyê yên di nav Tifaqa Milet de dike yek û me gavek din nêzî Tirkiyeyeke adil dike."