Pêsmerge nehist hêzên Iraqê bi alîkariya YNKê derbasî Germiyan bibin

13 July 2020 17:55 0 dîtin
Pêsmerge nehist hêzên Iraqê bi alîkariya YNKê derbasî Germiyan bibin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Iraqî ku dixwestin bi alîkariya hêzên dijîterora YNKê derbasî devera Germiyan bibin, ji aliyê Pêşmerge ve hatin astengkirin û nehiştin derbas bibin.

Li gorî nûçeya BasNewsê yek ji fermandarê Pêşmerge li devera Germiyan Cimûr Rostem got, hêzên Iraqî dixwestin derbasî deverên Kuleco û Kifrî bibin, lê hêzên Pêşmerge nehîştin. Wan dixwest derbasî deverên Qeretepe û Germesêrê bibin.

Fermandarê Pêşmerge da zanîn, du tabûrên artêşa Iraqê hatine wir ku helîkopter jî bi wan re heye, lê hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne.

Efserekî asayişa Kuleco bi navê Şemal Ebdulrehman jî li ser vê mijarê got, hêzên dijîterorê (yên YNKê) alîkariya hêzên Iraqî dikin lê wisa xuya dike niyeta hêzên Iraqî xirab e.

Şemal Ebdulrehman diyar kir, hêzên dijîterorê îro wê vegerin Silêmanî û Germiyanê.

Hêzên dijîterora YNKê girêdayî Lahûr Cengî ne ku yek ji serkêşê xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an a radestkirina Kerkûkê ye.