Pisporê navdar ê qanûn û Destûra Iraqê Tariq Herb koça dawî kir
PeyamaKurd – Pisporê navdar ê qanûn û Destûra Iraqê Tariq Herb îro danê sibê li Bexdayê koça dawî kir.
Medyaya Iraqê diyar kiriye, îro danê sibê pisporê navdar ê qanûn û Destûra Iraqê Tariq Herb, li mala xwe li taxa Kazimiye ya Bexdayê koça dawî kir.
Tariq Herb 78 salî bû û herî dawî li ser kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî gotibû, ez dizanim Hoşyar Zêbarî wê misoger bibe Serokkomarê Iraqê ji ber ku Zêbarî ne tenê kandîdê Serok Barzanî ye, kandîdê Helbûsî û Sedir e jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin