Polîsên sivîl ên girêdayî Tirkiyê ciwanekî Kurd girtin
PeyamaKurd – Ciwanekî Kurd, li nahiyeya Raco ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, beriya 2 hefteyan hatiye girtin û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gor çavkaniyeke taybet ji bajarokê Raco diyar kiriye, roja 28ê Tîrmehê polîsên sivîl ên girêdayî Tirkiyê ciwanê Kurd, Ramî Omere Qere yê 20 salî girtine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gorî heman çavkaniyê, ciwanê navborî xelkê gundê Masaka ye, ji aliyê polîsên sivîl ve bi tohmeta ku di dema êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê de çalakvanê medyayî bûye, hatiye girtin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku ciwanê girtî kesekî nexwende ye û nizane ne binivîse û ne jî bixwîne û dema êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, ew 17 salî bûye, lê tevî wê çendê jî polîsên sivîl ew bi tohmeta ku çalakvanê medyayî bûye girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin