Pompeo li Kurdistanê got: Erdogan soza parastina servanên Kurd daye...
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Hewlêra paytexta Kurdistanê got, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz dayê Washingtonê ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, parastina şervanên Kurd bike.
Mike Pompeo li Hewlêrê ji rojnamevanan re wiha got: “Gelek girîng e bi hemû karînên xwe kar bikin ji bo şervanên ligel me şer kirine bêne parastin û Erdogan ji vê daxwaza me têdigihe.”
Pompeo behsa daxuyaniyên berê yên Erdogan ên li ser metirsiyên bo Tirkiyê kir û daxuyakirin, Erdogan bi berpirsên Amerîkî re li hev dike ku pêwîst e teror bê jinavbirin û Amerîka dê hevkariya Tirkiyê bike.Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo doh 9ê Çileya 2019an di çarçoveya serdana xwe ya welatên Rojhilata Navîn de, piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.
Pompeo li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.
Wezîrê Amerîkî li ser serdana Kurdistanê got, "Me bi Kurdistanê û dostên xwe re hevdîtinên gelekî baş pêk anîn'.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin