Putin: Her kî fermanê dabe, em ê wî ceza bikin
PeyamaKurd – Li Moskovayê do êvarê êrîşê ser salona konserê kiribûn û heya niha xwuyaye ku 140 kes di bûyerê de mirine û ji sedî zêdetir kes birîndar bûne. Piştî êrîşê, DEAŞê êrîşê girt aliyê xwe û serokê Rûsyayê Putin bang li temamê Rûsyayê kir.
Putin, di axaftina xwe de sersaxiyê da malbatên ku di bûyerê de hatine kuştin û ji ber xebata wan sipasiya tîmên lezgîn kir. Putin ragihand ku kesên êrîşker ber bi sînorê Ûkrayna de reviyane û di wexta reva xwe de hatine girtin. Êrîşker bi temamî hatine desteserkirin. Putin weha got:
“Kî vê bûyerê amade kiribe û kî xwe bide pişt terorîstan em ê wan ceza bikin. Kî ferman dabe em ê wan bibînin û wan ceza bikin. Dijminê me dê nikaribin me ji hev perçe bikin.”
Îstîxbarata Rûsyayê (FSB) di daxwuyaniya xwe ya êrîşa Moskovayê de behsa Ûkraynayê kir. FSB got ku kesên bûyerê kirine her 4 terorîst û bi temamî 11 kes hatine girtin û weha dewam dike:
“Piştî êrîşa terorê, terorîst xwestin ku sînorê Rûsya-Ûkraynayê derbas bikin. Têkiliyan wan bi terefê Ûkraynayê re hebû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin