Rewsa dawî ya COVID-19 | Heta niha 89600 pêketî û 2843 wefat hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 571 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, di nav 24 demjimêrên borî de 571 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 231 kes li Hewlêrê, 161 kes li Silêmaniyê, 121 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê ne.
Wezaretê eşkere kir ku 28 kesên can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê û 8 kes li Raperînê ne.
Herwiha li seranserê Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de 426 nexweşên koronayê baş bûne û çûne nav malên xwe.
Bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 89600 kesan, ya mirinan bû 2843 kes û heta niha 55282 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin