Rojhilat | Li Kirmasanê serbazekî Kurd hat îdamkirin

13 June 2022 19:31 0 dîtin
Rojhilat | Li Kirmasanê serbazekî Kurd hat îdamkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê ve serbazekî kurd ê di nav artêşê de hat bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku doh 12ê Hezîranê, li nav girtîgeha navendî ya Kirmaşanê serbazekî kurd ê bi navê Mehdî Kiyanî, ku çend sal berê bi tohmeta kuştina fermandarê xwe yê bi navê Umîd Qasimî hatibû girtin, hat bidarvekirin.

Hengawê diyar kiriye ku çend sal berê di navbera wî serbazê kurd û fermandarê wî de li bajarokê Serpêla Zehaw yê Kirmaşanê şer derketibû û bi tifingê fermandarê xwe kuştibû.

Piştre jî ew serbazê kurd hatibû girtin û bi sizayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin.