Rûsya: Me li Sûriyê 45 balafirên bêpîlot ên çekdaran xistin xwar

15 June 2020 15:23
Rûsya: Me li Sûriyê 45 balafirên bêpîlot ên çekdaran xistin xwar

PeyamaKurd - Serokê Parastina Asmanî ya Hêzên Bejahî yên Rûsyayê Aleksander Leonov ragihand, li Sûriyê pergala ‘Tor’ a parastina asmanî ya Rûsyayê li Sûriyê nêzî 45 balafirên bêpîlot ên çekdaran (komên girêdayî Tirkiyê’ xistine xwar.

Aleksander Leonov di hevpeyvînekê de got ku ji destpêka bikaranîna pergala Tor ve nêzî 45 balafirên bêpîlot ên çekdaran hatin armanckirin.

Leonov diyar kiriye ku pergala moşekên dijber ên nîvavêj ‘Tor’ rêbazeke sereke ya li hember çekên sivik û balafirên şer e û ev pergal bi alîkariya sîstema S-400 û Pantiser-S, parastina baregehên wan ên li Sûriyê dike.

Berpirsê leşkerî yê rûsî da zanîn ku yekîneyên hêzên parastina asmanî yên Rûsyayê bi hedefa perwerdekirina li ser hedefên biçûk wekî firokeyên çekdaran ku li Sûriyê bi kar tînin, hatine avakirin.