Rûsya: Vekisandina Amerîka dibe ku bibe sedema diyaloga HSD û hikûmeta Samê

10 July 2021 13:31 0 dîtin
Rûsya: Vekisandina Amerîka dibe ku bibe sedema diyaloga HSD û hikûmeta Samê

PeyamaKurd - Şandeyê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Karûbarên Sûriyê diyar dike, dibe ku vekişanidna artêşa Amerîka ji Rojvayê Kurdistan û Sûriyê, dê bibe sedem ku diyalog navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê hêsantir bibe û encamê xwe jî hebin. Herwiha Nûnerê MSDê jî dibêje, hebûna hêzên Amerîkayê nabe rêgir li pêşiya diyalogê.

Şandeyê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Karûbarên Sûriyê Alexender Lavrentiev ji medyaya Rûsyayê re da zanîn, Moskow dibîne ku şerê paşmayên DAIŞê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê wiha kiriye ku Amerîka li navçeyê bimîne, lê em mane tiştekî zêde ye.

Herwiha Lavrentiev destnîşan kir: “Dibe ku vekişandina hêzên Amerîka ji wê navçeyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de bibe sedema diyalogê. Ew jî bi armanca dîtina çareseriyekê ku her du alî pê razî bin ji bo ku Kurd û Ereb li bakurê rojhilatê wî welatî di nav Sûriyeke yekgirtî bijîn.

Şandeyê Taybet ê Rûsiya ji bo Karûbarên Sûriyê da zanîn, di dema 10 salên derbasbûyî de di şerê dijî terorê de Îran li Sûriyê roleke mezin lîst, lê artêşa wî welatî bi xwe dikare asayîşa welatê xwe peyda bike.

Lavrentiev geşbîniya xwe bi vekişandina hêzên biyanî ji Rojavayê Kurdistanê nîşan da û gor dostê wan, Tirkiye her tim tekeziyê li ser wê yekê dike ku mana hêzên wan li wî welatî demkî ye û her dema aramî vegere Sûriyê ew ê ji wir vekişin.

Li aliyê din Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD)ê li Washingtonê Besam Seîd Îshaq diyar dike, hebûna hêzên Amerîkayê li Roja nabe rêgir li pêşiya diyalogê.