Salar Talebanî: Kes wekî min Sêx Cengî nas nake, Kek Selîmî bibore ku ez Talebanî me!

15 April 2020 14:20
Salar Talebanî: Kes wekî min Sêx Cengî nas nake, Kek Selîmî bibore ku ez Talebanî me!

PeyamaKurd - Kesekî bi navê Salar Talebanî ku beriya niha pasevanîya Aras Şêx Cengî kiriye û piştî xiyaneta Kerkûkê jî YNKê û karê xwe veqetiyaye li ser radestkirina Mistefa Selîmî li medya civakî peyamek belav kir.

Salar Talebanî daxwaza lêborînê ji Pêşmerge û girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî kir ku asayîşa YNKê ew radestî îranê kiribû û hatibû darvekirin.

Salar Talebanî  rastiya kesayetiya qirêj a Aras Şêx Cengî di peyama xwe de tîne ziman.

Peyama Salar Talebanî wiha ye:

Kes wekî min zarokên Şêx Cengî li nêzîk ve nas nake, kes nîne xizmê xwe, mirovê xwe nas nake, neh sal ez pasevanê taybetê Aras Cengî bûm, ew wateya eybî û şermiyê nizanin çiye.

Ew Arase hinek caran axaftinên wiha xerab û neşîrîn bi xelkê Kurdistanê kiriye, min li şerma xwêhdanê daye. Li 18 oktoberê bi pêkve li Kerkûkê bûyîn Aras bi xwe radestkirina Kerkukê bi azadî dizanî kanal NRT hevpeyvînek li gel Aras hebu pirsiyar kir ji bo çi Kurdê Kerkûkê vê azadiya ku tu behs dikî, xerab dibînin, xelkê Kerkûkê beşekê bajar vala kirin û beşê din jî newêrin ji malên xwe derbikevin, em bawernakin wan dilê wan bi vê azadiya hûn behs dikin xweş bê.

Aras got: Ez quna dayik mezin û biçukê wan bigim ku dilê wan pê xweşe nexweşe çavê wan derbikevê êdî Heşda Şabî li vire zilam bin başe zilam nebin Heşda Şabî dayika wan bi piya dige.

Piştî çêr û civînan vegeriya û daxwaz ji peyamnêrê NRT kir wan axaftinan jêbibe diyar bu ku ew bi xwe dizanî ne zindî ye.

Dilê min xweş dibu ku zindî be û xelkê Kerkûkê guh bida wan civîn û çêrên Aras ku bi xelkê Kerkûkê da.

Niha ji bo meseleya teslîmkirina Mistefa Selîmî ye, bi gora Mam Celal zarokên Cengî çawa Kerkûkê radestî Heşda Şabî kirin wiha jî Mistefa Selîmî radestî pasdarên Îranê kirin.

Ti bi xwedayê xwe bikî Kek Mistefa Selîmî li min bibore ku ez Talebanî me, li min bibore ku demekê ez (YNK) Yekîtî bûm.

Aras û Lahor bes bi tenê te nekuştin Kerkûkê kuştin Yekîtî (YNK) jî kuştin Kurdan şermezar kirin.

Xwedê te bborîne şehîdê ji destê xedir û zulmê.

https://www.facebook.com/salar.jtalabani