SANA: Di êrîsa Îsraîlê de 2 leskerên Sûrî birîndar bûn

09 November 2021 17:42 0 dîtin
SANA: Di êrîsa Îsraîlê de 2 leskerên Sûrî birîndar bûn

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 2 leşkerên girêdayî artêşa Sûriyê ya rejîma Şamê di encama êrîşeke nû ya Îsraîlê li ser naverast û rojavayê Sûriyê de birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) daye xuyakirin ku sîstema berevaniya asmanî doh li demjimêr 19:16, rûbirûyî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser hin xalên li naverast û rojavayê Sûriyê bû û piraniya moşekan hatin têk birin.

Herwiha jêderekî leşkerî ji SANA re diyar kiriye ku di encama êrîşê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûne û hin ziyanên madî çêbûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî belav kir, Îsraîlê êrîşî balafirgeha Şi’îrat li başûrê Humsê kir ku hêzên ser bi ser Îranê ve lê hene.

Di çend salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne û navendên artêşa Sûriyê, bi taybetî navendên Îranî û Hizbullaha Lubnanî kirine armanc. 13 Cotmehê jî, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li nêzîk Tedmurê de, leşkerekî artêşa Sûriyê hatibû kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.