Sanda Biden bo Mesrûr Barzanî: Kurdistan hevpeymaneke girîng a Amerîka ye

05 May 2021 17:27 0 dîtin
Sanda Biden bo Mesrûr Barzanî: Kurdistan hevpeymaneke girîng a Amerîka ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Gulanê pêşwazî li şanda bilind a rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden ku di serdana Rojhilata Navîn de ye kir.

Di şanda ku Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîkayê Derick Scholey, Kordînatorê Koşka Spî yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Bret McGurk, Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Navîn Joe Hudd û Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Strol amade bûn de, pêşhat û guherînên dawîyê yên Iraqê û deverê hat kirin.

Di hevdîtina ku ligel Serokwezîr Barzanî Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amadehî kir de, behsa pêşxistina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka hat kirin û şanda Amerîkî silav û rêza Serokê Amerîka Joe Bidin gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Şanda Amerîkî da xuyakirin ku hatina vê şandeyê tekezkirina giringîpêdana Serok û gelê Amerîka bi xurtkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re ye ku hevpeymaniyeke girîng a Amerîka li deverê ye.