Sandeka bilind ya aliyên siyasî yên Kurdistanê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Şandeka partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike.
Endamê şandê danûstankara Herêma Kurdistanê, Mihemed Sadedîn got, di civîna duhî ya aliyên siyasî û serokatiyên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn danûstandin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser pêkanîna hikûmetê berdewam bin.
Mihemed Sadedîn her wiha got, ji ber wê jî îro şandeka bilind lê biçûktir ji aliyên siyasî biçe Bexdayê û bi serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî re li ser pişka Herêma Kurdistanê di kabîneya nû de gotûbêj bike.
Wî endamê şanda danûstankar ya Kurdistanê anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê piştrast nîne, ji ber wê jî dixwaze mafên xwe di kabîneya nû de garantî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin