Sandeyên DYA Qeter û Hemasê gihîstin Qahîreyê

03 March 2024 17:50 0 dîtin
Sandeyên DYA Qeter û Hemasê gihîstin Qahîreyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya destpêkirina danûstandinan a navbera Îsraîl û Hemasê ya pêkanîna agirbesta demkî û pevguhertina dîl û girtiyan de şandeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Hemas û Qeterê gihîştine paytextê Misirê Qahîreyê.

Şemiya borî DYAyê ragihandibû ku Israîlê ji bo destpêkî şertên pêşniyaza agirbestê pesend kiriye, lê belê heta niha diyar nekiriye ku plana agirbestê pesend kiriye ya na.

Jêderekî nêzîkî serkirdetiya Hemasê doh ji Ajansa France Pressê re ragehandibû ku ger Îsraîl ji bo daxwazên jê têne kirin bersiveke erênî bide, eger heye ku di navbera 24 heta 48 demjimêran de li ser agirbestê lihevkirinek pêk bê.

Jêder di derbarê gera yekem a danûstnadinên ku wê li Qahîreyê pêk bên de gotibû ku navbeynkar hewl didin ku beriya meha Remezanê agirbest bê ragihandin.