Sedir: Trump bi belavkirina vîrûsa korona serê dijberên Amerîka dike

11 March 2020 20:28 0 dîtin
Sedir: Trump bi belavkirina vîrûsa korona serê dijberên Amerîka dike

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir a şîeyên Iraqê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi belavkirina vîrusa koronaya nû tawanbar kir û got, “Trump, tu û hevşêweyên xwe tohmetbar in bi belavkirina vê nexweşiyê, ji ber ku ev nexweşî zêdetir tûşî dijberên Amerîkayê bûye."

Muqteda Sediir li ser twitterê got, “Daxuyeniyeke Trump ku gotibû, ‘me karekî mezin li dijî vîrusa koronayê encam da, rewş xeraptir dibû eger me ew kar nekiriba’ bala min kişand.”

Sedir, Donald Trump tawanbar dike û dibêje, “Trump, te û hevşêweyên te tohmetbar in bi belavkirina vê nexweşiyê, ji ber ku ev nexweşî zêdetir tûşî dijberên Amerîkayê bûye. Trump heta doh te digot, Amerîka mezintirîn împaratoriya cîhanê ye, teror têk biriye, lê îro tu şer dikî li dijî vîruseke ku bi çav jî nayê dîtin. Divê tu ji xwe şerm bikî.”

Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê di berdewamê de diyar dike, “Trump, te cîhan tijî kir ji şer, dagirkarî û hejariyê, îro jî bangeşe bo wê dikî, goya tu çareserker î? Ev nexweşî tenê ji ber siyaseta xelet a te belav bû û em tenê pena bo Xwedê dibin û her çareseriyek ji aliyê te û kompaniyên te ve naxwazin.”

Li Iraq û herêma Kurdistanê heta niha 72 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û 16 ji wan çak bûne û 9 kesan jî can daye.