Sedr: Çend welatên herêmê destwerdana karûbarên Iraqê dikin

31 October 2021 10:25 0 dîtin
Sedr: Çend welatên herêmê destwerdana karûbarên Iraqê dikin

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda es-Sedir ragihand ku çend welatên herêmê destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de dikin û red kir ku danûstandinê ligel wan welatan bike.

Muqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Agahî tên destê me ku destwerdana welatên herêmî di karûbarên hilbijartinên Iraqê de heye, herwiha guvaş li ser alî û fraksiyonên siyasî heye ji bo berjewendiyên derve ku ziyaneke zêde li ser Iraq û gelê wê heye.”

Sedir destnîşan kir; ew ji wan welatên ku destwerdana wan a eşkere heye, daxwaz dike ku demildest destê xwe ji van reftaran hilgirin.

Rêberê Tevgera Sedr got: “Ez danûstandina li gel wan welatan red dikim û divê aliyên siyasî guh nedin wan û wan nekişînin nav karûbarên me yên navxwe. Em xelkê Iraqê ne û em tenê dikarin pirsgirêkên xwe li nava xwe çareser bikin.”

Muqteda Sedr di dawiya peyama xwe de gotiye ku destwerdan û kişandina wan dewletan sivikayetîkirin e bi Iraq, gelê wê, serbixwebûn û heybet û serweriya wê.