Serkirdeyê YNKê: Divê Pêsmerge vegerin cihên ku ji DAISê rizgar kirine
PeyamaKurd - Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Pîre ragihand, pêwîst e Pêşmerge vegerin wan hemû navçeyan ku berê lê bûn, bi taybetî wan cihên ji bin destê DAIŞê rizgar kirine.
Endamê Polîtbûroya YNKê Sadî Pîre li Hewlêrê piştî dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê got: “Propagandeya hilbijartinê bidawî bû, îro roja dengdanê ye, du roj piştî dengdanê divê aliyên siyasî careke din bi hev re rûnin û bernameyekî deynin ka çawa gotûbêjê ligel Iraq û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, li wê yekê bifikirin çar salên bê li Iraqê çi bi dest Herêma Kurdistanê dikeve.”
Pîre li ser pirsa yekrêziya Kurdan li Bexdayê got: “Bêguman berê destpêşxeriya me hebûye û niha jî destpêşxeriya me dibe, ku tîmê Kurdî wek yek tîm li Bexdayê li ser mafên rewa û destûrî yên xelkê Kurdistanê têbikoşe.”
Endamê Polîtbûroya YNKê diyar kir: “Bûye nerît li Iraqê, serokatî parlamento ji bo Sunneyan e, encûmena wezîran bû Şîe ye, serokomar bo Kurd e, careke din jî serokomar bo Kurd dibe, di nav Kurdan de jî heta niha bo YNKê ye, ti sedemekê jî nabînim ku ji bo YNKê nebe.”
Sadî Pîre got: “Gelekî girîng e, berê rewşeke nîv serbazî, rewşek ku Pêşmerge ji ber nakokiyên navbera Herêm û Bexdayê vekişiyan, ew vekişîn bû meydanek hinekan bi siyaseta mezhebî, fikir û eqliyeta kevin danûstandin ligel Kurdan kirin, divê Pêşmerge vegerin wan hemû cihan ku berê lê bûn, bi kêmanî vegerin wan cihan ku Hêzên Pêşmerge ji DAIŞê rizgar kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin