Serkirdeyê YNKê: Eger pabendî bi rêkeftinê were kirin wê rewsa jiyana xelkê bas bibe

05 April 2021 09:59 0 dîtin
Serkirdeyê YNKê: Eger pabendî bi rêkeftinê were kirin wê rewsa jiyana xelkê bas bibe

PeyamaKurd – Serkirdeyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rewend Mela Mehmûd diyar dike, qudreteke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rêkeftina budçeyê de hebû.

Rewend Mela Mehmûd, do di hevpeyvîneke bi BasNewsê re destnîşan kir, çend sal e qeyraneke aborî ya bihêz li Herêma Kurdistanê heye. Ji ber wê, pirsa budçeyê babeteke girîng e û çarenûsaz bû ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê qudreteke wê ya mezin hebû di rêkeftina projeya yasaya budçeya sala 2021ê.

Rewend Mela Mehmûd eşkere dike, divê Iraq di her babetê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bigîhe rêkeftinê û mafên gele Kurd werin qebûlkirin.

Herî dawî Rewend Mela Mehmûd amaje bi wê yekê jî dike û dibêje, eger pabendî bi rêkeftinê were kirin, wê rewşa jiyana xelkê baş bibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi awayekî jiyana xelkê asayî bike.