Serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi sanda Bexdayê re dicivin
PeyamaKurd – Çav li rê ye sibe 24ê Sibatê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê ya Bexdayê bicivin.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ji K24ê re ragihandiye, sibe Serokê Herêma Kurdistanê serperiştiya civîna bilind a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dike.
Dilşad Şihab diyar kir, di civînê de Serokê Hikûmet û Seroka Parlemanê jî amade dibin û pêşhatên dawî û encamên civîn û danûstandina şanda Bexdayê wê werin guftûgokirin.
Şanda Herêma Kurdistanê ya ku ji bo danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li Bexdayê bû, bêyî ti encamekê bistîne vegeriyabû Kurdistanê.
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê naxwazin, bêyî razîbûna wan wezîrê hikûmeta Mihemed Elawî yên Kurd bêne destnîşankirin.
Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Keibî jî ragihandibû ku Parlemana Iraqê roja Çarşemê 26ê vê mehê dicive, ji bo dengdana li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Tewfîq Elawî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin