Serokê Çînê: Vîrus bilez belav dibe

25 January 2020 21:28 0 dîtin
Serokê Çînê: Vîrus bilez belav dibe

PeyamaKurd- Serokê dewleta Çînê Xi Jinping ev çend roje ku li welatê wan vîrusa bi navê koronayê belav dibe, bo çapemeniyê ragihand ku ew bi halekî ji dil re rû bi rû mane. Xi weha got:

“Vîrusa coronayê bilez belav dibe û welat bi bûyereka ji dil re rû bi rû maye.”

Serokê dewleta Çînê Xi Jingping li ser mijarê bi endamên damî yên  polîtburoyê re civînekî kiriye û di civînê de behsa têkoşîna li dijî nexweşînê de, tedbîrên ku hatine girtin kirine. Serokê Çînê di ser endamên daîmî yên polîtburoyê de bang li xelkê kir û weha got:

“Divê hun bi me baweriya xwe bînin, em bi hevre bixebitin, rêz li bergirtinên nexweşînê yên zanistî bigrin, dermanan rast bikarbînin û em dikarin bi hinek rêbazan vî şerê hane qezenc bikin.”

Hefteyekiye ku welatê Çînê bi vê vîrusa ku dirûvê wê li ya grîba berazan dixe têdikoşin. Hetta 2 roj berê li dora 18 mîlyon kesan xistibûn bin karantînayê.Çûn û hatina herêma ku vîrus jê belav bû, qedexe kiribûn.